May 11, 2024 07:46 Asia/Tehran
  • Rêberê inqilabê xitabî Nîçervan Barzanî: Civaka Kurdan ji me ne

Heftînameya Xet Hizbullah hinek hûrgilî derbarê hevdîtina vê dawiyê ya Nîçervan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li gel Hezretê ayetulah Xamineyî Rêberê Înqilaba Îslamî ku roja duşemiyê 17`ê vê mehê hat lidarxistin, belav kir.

Li gorî vê raporê, Rêberê Înqilaba Îslamî,di vê hevdîtinê de, tevî teqziya ser peywendiya nêzîk di navbera gelê Îranê û kurdan ji birêz Barzanî re got: Em  di navbera xwe û civaka Kurdan de, çi li Îranê û çi li Iraqê,ji gelên din peywendiyeke nêzîktir dibînin, Ew ji me ne.Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê piştî sefera xwe ya Têhranê û hevdîtina digel Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Îbrahîm Reîsî, serokê KOmara îslamî ya Îranê, serokê meclisê û  wezîrê karên derve û sekreterê konseya  bilinda a ewlehiya neteweyî ya Îranê û Fermandeyê Giştî yê  Sipahê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê ev  hevdîtin girîng û erênî nirxand û ser daxwaza Herêma Kurdistana Iraqê ji bo berfirehkirina  zêdetir  a peywendiyên bi Îranê re teqez kir..

 

Serepeyv