Boykotên nû yên Wezareta Xezîneya Amerîkayê li dijî Îranê
Himûmeta Amerîkayê di berdewamiya siyasetên xwe yên dijminane yên dijî Komara Îslamî ya Îranê de, 6 kes û 5 saziyên pêwendîdar bi Îranê boykot kirin.
Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê îdia kir ku 5 kompaniyên ku li Îran û Hong Kongêku di warê dabînkirina made û teknolojiyên bernameyên mûşekên balîstîk û firokeyên bê firokevan û firotina kelûpelên Îranê bo saziyên Çînê de çalak in, boykot kirine.
Wezareta Xezînedariyê ya ya Amerîkayê herwiha ragihand ku wan 6 berpirsên Fermandeya Elektronîkî ya Sayberî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê ji ber kiryarên xirabker ên sayberî dijî binesaziyên giring ên Amerîkayê û navçeyên din, boykot kirine.
Amerîkayê di çar dehekên derbasbûyî de siyaset û tedbîrên yekalî yên herî zêde li dijî Komara Îslamî bi awayên cuda weke sepandina boykotên herî berfireh, gefên leşkerî, destpêkirina kempêynên siyasî û dîplomatîk û şerê derûnî cih anîne.
Tevî bêbandoriya siyaset û tedbîrên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê, Waşîngton dîsa jî li ser berdewamiya vê nêrîna neqanûnî ya li dijî Têhranê, berovajî manîfesta NY pêgiriyê dike.