Çêkirina Hêzgeha Atomî ya Sîrîkê li başûrê Îranê dest pê bû
Sibat 01, 2024 16:22 Asia/Tehran
Çêkirina Hêzgeha Atomî ya Sîrîkê li Parêzgeha Hormizganê ya başûrê Îranê bi destûra Serokkomêr û bi amadebûna Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê dest pê bû.
Li gorî rapora IRIB News'ê, Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê KOmara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di têkiliya vîdyo-konferansî digel cihê destpêka çêkirina Hêzgeha Atomî ya Sîrîkê da got: Pêvekirina zanatiyê li şiyanan bûye sebeba pêşketinê li her dera Îranê.
Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê jî got: Çêkirina Hêzgeha Atomî ya Sîrîkê ji bernameyên jipêşva darêştî ye ku ji aliyê hemî berpirsan û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî va hatiye tekezkirin.