Reîsî: Siyaseta Komara Îslamî ya Îranê berevaniya ji mezlûman e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê siyaseta Îranê, berevaniya ji mezlûman û rawstana li hemberî zaliman da zanîn.
Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro bi beşdariya nav koma xelkê Zencanê, tevî şermezarkirina cinayeta terorîstî ya li Golzara Şehîdan a Kirmanê, ragihand ku siyaseta Komara Islamî ya Îranê berevaniya ji mezlûmên cîhanê û rawestana li ber zalim û mustekbiran e û got: Tevî komployên dijminan li qadên curbicur, gelê Îranê ser piyê xwe sekiniye û serketî ye.
Serokê Komara Islamî ya Îranê di dewama axaftina xwe de bal kişande ser pêşketinên Îranê di warê zanist û teknolojiyê de û got: Gelê Îranê tevî dorpêç û dijminatiyan pêngavên mezin avêtine û nîşanî cîhanê da ku bi palpiştiya erzişên îlahî dikare bibe welatekî pêşketî û teknolojîk hebe û îo jî Îran bûye welatekî wisa li cîhanê.
Reyîsî bal kişande ser bikaranîna bi aşitî ya enerjiya navokî ji aliyê Îranê ve, got: Dijmin wer dizanî ku bi kuştina zanyaran dikare pêşesaziya navokî ya vî welatî rawestîne,lê nikarî