Îran: Liv û tevgerên terorîstî demajoya lezgîn a pêşketin û ewlehiyê ya Îranê narawestînin
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Liv û tevgerên terorîstî yên dijminên ewlehî û pêşketina Îranê nikarin demajoya pêşveçûn û ewlehiya bilez a welat û Sîstan û Belûçistanê rawestînin.
Husêyn Emîr Ebdullahiyan wek berteka li hember bûyera terorîstî ya li Resk ku bû sedema şehîdbûna 12 kes ji endamên hêzên ewlehiyê, li nav tora civakî ya “X” ê bi boneya şehîdbûna hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên bajarê Reskê ser saxî da malbatên van qehremanên netewî ,Serfermandar û malbata mezin a hêzên ewlehiyê û raya giştî û gelê mezin ê Îranê û hevxemiya xwe da diyarkirin.
Nasir Kananî Çafî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bi tundî cinayetên terorîstên cudayîxwaz û kirêgirtiyên biyanî derheq êrişa terorîstî ya ser navenda ewlehiyê ya Raskê û şehîdbûna hejmarek ji berevan û parêzvanên ewlehiya welêt bi tundî şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derve hevxemiya xwe bo malbatên şehîdên şehîdên her tim mayînde yên welêt da diyarkirin û got:
Bê şik Wezareta Derve û saziyên têkildar ji bo dadgehkirin û cizakirina terorîst û tawanbaran dê bi awayeke hemaheng bikeve dewrê
Siba îniyê terorîstan êrişî ser navenda ewlehiyê ya bajarê Raskê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê kirin û di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û hejmarek ji hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê jî hatin şehîdkirin.