Îran di hinardekirina alavên pîşesaziya karebayê de pêşeng e
Şîrketên zanistî yên Îranê li pêşangeha pîşesaziya karebayê ya Tewrêzê de dawîn şiyan û destkeftên xwe di warê dabînkirina hewcetiyên navxwe û hinardekirinê de raber kirin.
12-mîn pêşangeha navdewletî ya taybetî pîşesaziya karebayê, otomasyona pîşesazî û enerjiyên nû û vegerbar bi amadebûna çalakvan û berhemhênerên vê pîşesaziyê û bi armanca nasandin û nîşandana destkeftên herî dawî ji 28 heta 1ê Kanûna Pêşîn a 2023an bo çar rojan li navenda daîmî ya Pêşangeha Navneteweyî ya Tewrêzê hat lidarxistin.
Ebdullah Qarîzade rêveberê yek ji kompaniyên çêkirina têl û kablan, bal kişand ser vê yekê ku ev kompaniya yek ji yekeyên pîşesazî yên girîng di warê berhemanîna têl û kablan de li Îranê ye û got:
Ev kompaniya heta niha bo mideha 4 salan wek mezintirîn hinardekerê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatî hatiye nasandin û hinardeyî welatên Efxanistan, Komara Azerbaycan, Tirkiye, Iraq û Afrîqayê kiriye.
Tûrec Ebdî,endazyarê yek ji kompaniyên berhemhênana cureyên xazenên pîşesaziya elektirîkê got: Xazenên ku ji aliyê vê kompaniyê ve tên hilberandin bo Tirkiyê tên hinardekirin û kualîteya wan li herêma Rojavayê Asyayê bêmînak e.