Duyemîn hêzgeha navokî ya Îranê dê heta 5 salên dahatû were vekirin
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê derbarê destpêkirina xebata duyemîn hêzgeha navokî ya vî welatî di 5 salên dahatû de agahî da.
Muhemed Îslamî, serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, piştî seredana betonkirina beşek ji reaktora duyemîn hêzgeha navokî ya Buşehrê got:
Piştgiriya dewletê û teqeziyên Serokê Komara Islamî ya Îranê ser cîbicîkirina tivdîra rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, bûn sedem astengiyên ser riya avakirina van du hêzgehên atomê li Bûşehrê bên rakirin û kar lezgîntir cih were.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê hêvî kir duyemîn hêzgeha atomê ya vî welatî li Bûşehrê li gor bernameyê di dereqa 5 salên bê de bi dawî bibe û dest bi xebatê bike.
Îslamî her wiha bal kişande ser berhemanîna karebayê ji yekîneya yekem a hêzgeha atomê ya Buşehrê û got ku jixwe hêzgehên atomê navenda berhemanîna cereyana mayînde ne û berovajî hêzgehên din ên ku di şert û mercên hewayê yên cuda de rewşa xwe diguherînin, hêz û şiyana wan kêm nabe.