Emîr Abdolahiyan: Emê xebatên xwe yên ji bo alîkarîkirina agirbesta li Ukraynê bidomînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i343748-emîr_abdolahiyan_emê_xebatên_xwe_yên_ji_bo_alîkarîkirina_agirbesta_li_ukraynê_bidomînin
Wezîrê karên derve şandina çekan bo aliyekî şerê li Ukraynê wek alîkariya bo berdewamiya şer da zanîn û got: Îran hewldanên xwe ji bo alîkariya agirbesê û vegerandina aliyan li ser maseya gotûbêjê didomîne
(last modified 2023-09-23T11:10:28+00:00 )
Îlon 23, 2023 14:21 Asia/Tehran
  • Emîr Abdolahiyan: Emê xebatên xwe yên ji bo alîkarîkirina agirbesta li Ukraynê bidomînin

Wezîrê karên derve şandina çekan bo aliyekî şerê li Ukraynê wek alîkariya bo berdewamiya şer da zanîn û got: Îran hewldanên xwe ji bo alîkariya agirbesê û vegerandina aliyan li ser maseya gotûbêjê didomîne

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fars News`ê, Husêyn Emîr Ebdollahiyan wezîrê karên derve yê Îranê di bersiva vexwandina civata Asyayî ku ji hin pispor, balyoz û dîplomatên xanenişînbûyî yên Emerîkayê pêk dihat,  beşdar bû û da û bi gotarekê bersiva pirsên wan da.

Emîr Ebdullahiyan li vê hevdîtinê de, hin kêşe û pirsgirêkên navça rojavaya Asyayê, helwêst û nêrîna Komara Îslamî ya Îranê li bara hin pêşhat û dozên qeyranî yên navçê ji wan Filistîn, Efxanistan û Ukraynê şirove kirin.