Îran di warê enerjiyê de xizmetguzriyên teknîkî û endazyariyê hinarde dike
Serokê Komara Islamî ya Îranê di merasima destpêkkirina berhemanîna gazê ji faza 11-an a meydana hevpar a Parsa Başûr, tekez kir: Îran di warê enerjiyê de xizmetguzriyên teknîkî û endazyariyê hinarde dike.
Bi amadebûna Seyîd Îbrahîm Rayîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Duşemê li Eselûyê faza 11- an a Parsa Başûr projeya Mêtanol û Petrokîmiya Hlngamê xebata xwe destpê kir
Seyîd Îbrahîm Rayîsî, Serokê Komarê îslamî ya Îranê îro di merasima destpêkirina berhemanîna gazê ji faza 11-an a meydana hevpar a Parsa Başûr li Eselûyê, destpêkirina vê fazê wek pêngaveke mezin û mayînde di warê pîşesaziya nift û gazê li welêt da zanîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Cihanîna vê pirojeyê ji aliyê pisporên navxweyî ve, di halekî de cih hat ku kompaniyên biyanî yên aliyê vê meymanê bi hinceta boykotan dev ji erkên xwe berdabûn û welat di bin boykotên herî giran de bû.
Rayîsî veguhestina doşika gazê ji faza 12 ya meydana Parsa Başûr bo vê meydanê û destpêkirina vê projeyê sê sal pêştir ji dema pêwîst, wek taybetmendiyên din ên vê projeyêda zanîn.