Îrewanî: Îran piştevaniya derketina tam û tekûz a leşkerên biyanî ji Sûriyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i343214-Îrewanî_Îran_piştevaniya_derketina_tam_û_tekûz_a_leşkerên_biyanî_ji_sûriyê_dike
Balyoz û Nunerê dayimî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî ragihand: Komara Îslamî ya Îranê ji daxwazên rewa yên hikûmeta Sûriyê ji bo derxistina hemû hêzên leşkerî yên biyanî ji axa Sûriyê piştgiriyê dike. ​
(last modified 2023-08-24T02:08:28+00:00 )
Tebax 24, 2023 05:36 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Îran piştevaniya derketina tam û tekûz a leşkerên biyanî ji Sûriyê dike

Balyoz û Nunerê dayimî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî ragihand: Komara Îslamî ya Îranê ji daxwazên rewa yên hikûmeta Sûriyê ji bo derxistina hemû hêzên leşkerî yên biyanî ji axa Sûriyê piştgiriyê dike. ​

Emîr Seîd Îrewanî, Balyoz û nûnerê dayimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, duh çarşemiyê, li civîna Konseya Ewlehiyê ya li ser alûgurên siyasî li Sûriyê, got:

Terorîzm hîna jî gefeke dijî Sûriyê û navçeyê  ye û giranî û navenda wê li navçeyên dervey  kontrola hikûmeta Sûriyê ye. Hatinûçûna bê asteng a komên têrorîst ji wan DAIŞê bo nav axa Sûriyê ku hêzên biyanî bi awayekî neqanûnî têde hene, gefek cidî ye dijî aramî û ewlehiya navçe û cîhanê.

Îrevanî diyar kir: Serwerî û yekperçetiya axê ya Sûriyê ji ber dagîrkirina hin navçeyên vî welatî ji aliyê hêzên biyanî û êrişên rejîma Israîlî û komên têrorîst ve rastî binpêkirina giran tê û ev binpêkirin êş û azarên gelê Sûriyê giran û berdewam dike ku ev meseleya ji ber sepandina boykotên neqanûnî û nemirovane  girantir jî bûye û Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide daxwazên rewa yên hikûmeta Sûriyê derheq erxistina  tam û tekûz a hêzên leşkerî yên biyanî ji axa Sûriyê.