Emîr deryadar Îranî: Hêza deryayî, her cure peywirdariyekê, bi serbilindî û bi qawet cih tîne
Fermandeyê Hêza Deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Hêza deryayî nîşanî gel û welêt da ku her cure peywirdariyekê, bi serbilindî û bi qawet cih tîne.
Emîr deryadar Şehram Îranî, Fermandeyê Hêza Deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê di nav koma fermande û kedkarên Hêza deryayî li parêzgeha Hormizganê got: şanaziya herî mezin a kompapora 86 eva ye ku hemî fermanên Fermandeyê Gişt Hêzan di vê kompaporê de cih hatiye.
Fermandeyê Hêza Deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Me hîna jî beşeke zêde ji destkewtên vê erkdariya mezin nenimandiye.
Fermandeyê Hêza Deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Êrişa îro rojê ya dijminan ser yekitî û yekperçetioya gelê Îranê, nîşana lawaziya wan li himber Komara îslamî ya Îranê da zanîn.