Wajokirina daxûyaniyeke hevpar û 10 belgeyên hevkariyê di navbera Îran û Uzbekistanê
Hezîran 18, 2023 17:21 Asia/Tehran
Rayedarên pilebilind ên Îran û Uzbekistanê bi beşdariya serokkomarên her du welatan, daxûyaniyeke hevpar û 10 belgeyên hevkariyê di warên curbicur de wajo kirin.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomariyê, rêketinnameya ticareta tercîhî, veguhestin û tranzîtê, hevkariya di warê dewa û dermanan, bernameya hevkariyê di warê îstandard û sîgorteyê, hilkolandina îmkana avakirina navçeyên azad ên hevpar, bernameya cihanîna hevkariyê di warê Teknolojiyê û bernama hevkariya di warê cotkariyê ji wan mêhwerên belgeyên wajokirî di navbera her du welatan bû.
Şewket Mîr Ziyaêv, Serokkomarê Uzbekistanê ser deweta fermî ya Seyd Îbrahîm Reyîsî , serokê Komara îslamî ya Îranê sefera Têhranê kiriye.