Tirkîyê ji ber lihevkirina Îran û Erebistanê kêfxweşbûna xwe dîyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340216-tirkîyê_ji_ber_lihevkirina_Îran_û_erebistanê_kêfxweşbûna_xwe_dîyar_kir
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê derbara meseleyên herî girîng ên dualî, herêmî û navnetewî da gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 18, 2023 05:10 Asia/Tehran
  • Tirkîyê ji ber lihevkirina Îran û Erebistanê kêfxweşbûna xwe dîyar kir

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê derbara meseleyên herî girîng ên dualî, herêmî û navnetewî da gotûbêj kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr- Ebdullahîyan şeva buhurî di peywendîyeke telefonî da digel hevpîşeyê xwe yê tirkîyeyî Mewlûd Çavûşoglu da got ku danuistandina erênî ya cînaran û welatên herêmê zemîneyê ji bo pêşxistina aştî û istiqrarê li herêmê û jihevfêrbûna zêdetir li asta navnetewî sazî dike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê jî ji ber lihevkirina Îran û Erebistanê ya ji bo destpêkirina peywendîyên dîplomatîk kêfxweşbûna xwe dîyar kir û got: Ew lihevkirin dê bibe sedema xurtbûna helwestên welatên misilman û jihevfêrbûna wan ji bo ku alîkarîyê bidin çareserkirina meseleyên herêmê.

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê herwiha basa pêşxistina peywendîyan û hin mijarên herêmî yên girîng ji bo her du welatan kirin.