Adar 05, 2023 13:48 Asia/Tehran
  • Îran û Rûsyayê di warê ‘Metavêrs’ê da liyektêgihîştinnameya sermayeguzariyê girêdan

Îran û Rûsyayê di warê “Metavêrs” û veguhestina hişmend da liyektêgihîştinnameya sermayeguzariyê girêdan.

Li rex pêncemîn rûdana Sermayeguzariya Teknolojiyê ya ‘TIM2023’ê ku li Parka Teknolojiyê ya Perdîsê (rojhilatê Tehranê) hat lidarxistin, kompaniyeke îranî û sermayeguzarekî ûris karî liyektêgihîştinnameyekê di warê ‘Metavêrs’ û veguhestina hişmend da girêbidin.

Metavêrs (Metaverse)  teorîyek ji pêşeroja Înternetê ye ku ji atmosferên mecazî yên sêrehend yên online bi awayê mayînde û berbelav pêk tê.

Civîna Sermayeguzariya Teknolojiyê ya Koma D8’ê (Technology Investment Meeting) bernameyek e ku bi armanca baştirkirina cih û mewqiya welatên di rewşa pêşketinê li abora cîhanî da, cihêrengkirin û dabînkirina derfetên nû di peywendiyên bazirganî, zêdekirina beşdariya di biryardana di asta navneteweyî da û dabînkirina starndardên jiyana baştir tê lidarxistin.

Heft welatên Bengladêş, Misr, Endonezya, Îran, Malezya, Nîcerya, Pakistan û Tirkiyê beşdarî vê civînê (D8TTEN) dibin.

“Muhemed Gîlî” Nûnerê Lezdereke îranî ya çalak di warê Metavêrs û Robotîkê da bi aliyê rûsî ra liyektêgihîştinname wajo kir.

“Gîlî” di vî warî da got ku ev ‘Lezder’ bi du startup’an beşdarî vê rûdana teknolojiyê bûye ku di warên xurtkirina Rasteqînîya Mecazî (Virtual Reality) û Veguhestina Hişmend da çalak e.

Wî armanca sereke ya beşdariya di vê rûdanê da wergirtina sermiyanê ji welatên endamê D8’ê zanî û got: Ji bo pêşxistina berhem û xizmetên van startup’an li nav û derveyî welêt, em wek brendeke îranî dixwazin bala sermayeguzarên navxweyî û derveyî bikişînin.

 

 

Serepeyv