Îslamî: Seredana Ser-Rêveberê IAEA’yê bo Îranê peywendîyên profesiyonel ên Îranê û vê ajansê ray dide
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir: Seredana Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) bo Îranê hilgirê vê peyamê ye ku peywendîyên di navbera Îranê û vê ajansê da yên profesiyonel û hevkarîyê ne.
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê “Mihemed Îslamî” îro di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) “Rafael Grossi” da got: Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî divê bikaribe erkên xwe têkildarî bernameya navokî ya Îranê di çarçova demajoya lêgerîn û çavdêrîyê ya mayînde û dilnîyaker da biparêze.
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê herwiha pêgirî kir ku peywendî, seredan û raporên berpirsên IAEA’yê divê hertim dilnîyaker bin.
Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) “Rafael Grossi” jî di vê civîna çapemenîyê ya hevpar da got ku em amade ne demajoyê bi Îranê ra pêş de bibin û dîyar kir: Muzakireyên vejîyandina Rêkevtinnameya Navokî di destûrkarê da ne û tên domandin; karê ku em dikin û lihevkirina baş a ku biryar e em bi dest bixin, dê alîkarîyê bidin vejîyandina Rêkevtinnameya Navokî.
“Rafael Grossi” derbara gefên Rejîma Sîyonîst ên dijî binke û navendên navokî yên Îranê da jî got: Di konfransên giştî yên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî da ew gefana û êrişa ser navend û hêzgehên atomî hatine şermezarkirin.
Wî herwiha got: Êrişa leşkerî tam şermezarkirî ye û nayê qebûlkirin û derveyî wê demajoyê ye ku em li gorî wê kar dikin.
Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) “Rafael Grossi” herwiha got: Hevkarîyên Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî di warên teknîk û zanistê da yê bên domandin.