Emîr-Ebdullahiyan û Rafael Grossi hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339917-emîr_ebdullahiyan_û_rafael_grossi_hevdîtin_pêk_anîn
Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) hevdîtin û gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2023 14:05 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Rafael Grossi hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) hevdîtin û gotûbêj kirin.

“Rafael Grossi” Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) roja Îniyê gihîşte Tehranê û bi awayê fermî ji aliyê “Bêhrûz Kemalvendî” Berdevk û Alîkarê Karûbarên Navneteweyî, Hiqûqî û Meclîsê yê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê va hat pêşwazîkirin.

“Rafael Grossi” îro (Şemî) ji bilî hevdtina bi “Muhemed Îslamî” Alîkarê Serokkomar û Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê, beşdarî press-konferansekê digel wî bû.

D vî warî da, Grossi di dewama hevdîtinên xwe li Tehranê bi “Hisên Emîr-Ebdullahîyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî hevdîtin pêk anî.