Adar 04, 2023 14:21 Asia/Tehran
  • Îslamî: “Me bi dû bêsozîya wajokerên Rêketinnameya Navokî, sozên xwe kêm kirin”

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê pêgirî kir: “Îranê bi dû bêsozîya wajokerên Rêketinnameya Navokî li gorî qanûna ‘’Pêngava stratejîk’’ biryar da ku sozên xwe yên di wê rêkevtinnameyê da kêm bike.”

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê ‘Mihemed Îslamî’ amajeyî seredana Ser-Rêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) ya Têhranê û muzakireyên di navbera her du alîyan da kir û got: “Mijara gotûbêjan çavdêrîya ser karname û rewş û potansîyela pîşeya navokî ya Îranê ye ku li gorî Rêketinnameya Navokî, Konseya Emnî ya NY’yê hin erk ji bo Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî kivş kirine.”

Îslamî got: “Li gorî vê yekê ku alîyên amerîkî û ewropî sozên xwe yên di Rêketinnameya Navokî da bi cih nehanîn û heta rê ber hevkarîya welat û şirketan bi Îranê ra girtin û boykot jî zêde kirine, Îranê li gorî qanûna ‘‘Pêngava stratejîk’’ biryar da ku sozên xwe yên di wê rêkevtinnameyê da kêm bike û ev yeka bû sebeb heta dema ku em sozên xwe kêm dikin, IAEA were û rapora berovajîbûn û lihevnehatinê amade bike û bêje ku haya min ji rewşê tineye.”

 

Serepeyv