Sibat 27, 2023 16:00 Asia/Tehran
  • Cibillî: Medyayên beşa Derveyî Sînor di rêza herî pêşîn a têkoşîna dijî terorîsma navneteweyî da ne

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê got, Medyayên beşa Derveyî Sînor a vê rêxistinê di rêza herî pêşîn a têkoşîn û cîhada li hemberî dagirker û terorîsma navneteweyî da ne.

“Peyman Cibillî” Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê li rex yekemîn rêûrisma bîranîna Şehîdên Medyaya Berxwedanê di bersiva pirsa nûçegihanê IRAN Press’ê da got, Nûçegihanên şehîd li medyayên Beşa Derveyî Sînor di hemî qadên têkoşînê da hebûne.

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê got: Medyayên beşa Derveyî Sînor a Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê bi pêşkêşkirina zêde ji deh şehîdan, hertim li kêleka têkoşer û berxwedêran bûne.

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê got: Xwîna şehîdên nûçegihan li Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê tev li xwîna şehîdên Iraqê, Sûriye û Efxanistanê bûye.

Rêûrisma Bîranîna Şehîdên Medyayên Bereya Berxwedanê roja Duşemiyê bi amadebûna rayedarên payebilind ên îranî û drveyî, medyayên navneteweyî û malbatên rêzdar ên şehîdan ji welatên Îran, Sûriye, Libnan, Iraq û Yemenê li Tehranê hat lidarxistin.

 

Serepeyv