Fuad Hisên: “Em anîna nift û gazê li Îranê didomînin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339548-fuad_hisên_em_anîna_nift_û_gazê_li_Îranê_didomînin
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Alîkarê serokwezîrê vî welatî ragihand ku Iraqê kirrîna nift û gazê ji Îranê didomîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2023 16:37 Asia/Tehran
  • Fuad Hisên: “Em anîna nift û gazê li Îranê didomînin”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Alîkarê serokwezîrê vî welatî ragihand ku Iraqê kirrîna nift û gazê ji Îranê didomîne.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Kanala El-Ehdê, “Fuad Hisên” Wezîrê Karên Derve yê Iraqê tevî amajeya bi çavkaniyên heyî li vî welatî got ku Iraq dê di warê gazê da sermayeguzarî bike da ku bikare bi awayekî taybet wê berhem bîne.

Fuad Hisên her wiha got: “Em di dayîna deyna kompaniyên rûsî yên çalak di meydanên niftê yên Iraqê da tûşî pirsgirêkê bûn û hewl didin pergala xwe ya darayî ji boykotan dûr bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got: “Komara Îslamî ya Îranê ji bo Iraqê cînareke girîng e û gelek berjewendiyên me yên hevpar ji wan sînor, dîn, çand, abor û bazirganî bi hev ra hene.”