Emîr-Ebdullahiyan: “Em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339414-emîr_ebdullahiyan_em_muzakireya_bo_muzakireyê_qebûl_nakin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Heta dema ku muzakire bo cihhatina armancên diyar û praktîkî di destûrkarê de be, em ê di rêya dîplomasiyê de bimînin û em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2023 10:32 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: “Em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Heta dema ku muzakire bo cihhatina armancên diyar û praktîkî di destûrkarê de be, em ê di rêya dîplomasiyê de bimînin û em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin.”

Hisên Emîr-Ebdullahiyan roja Pêncşemiyê di hevdîtina balyoz, navendên nûnertiyê û saziyên biyanî li Îranê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê re, di bereberê salvegera 44an a serkeftina Şoreşa Îslamî de, derbarê muzakireyên bo wêdebirina boykotan de got: “Em bi awayekî cidî bala xwe didin ser dîplomasî û muzakireyê û me ji rayedarên Koşka Sipî re jî eşkere ragihand ku divê ew di navbera şandina peyamên fermî bi rêya dîplomatîk va ji bo gihêştina bo pêngava dawiyê ya rêketinnameyê û gotinên medyayî yên dijhev yekê bibijêrin.”

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: “Di vê rêyê de, şopandina siyasetên bi dûrûtî û dijhev yê kêrhatî nebin û gelê Îranê yê mezin baş dizane ku ger aliyê himber bi nêt û viyana rastîn û nêrîna rastbînane li dû vegeriyana bo rêketinnameyê be, Komara Îslmaî ya Îranê bi serbilindî, xurt û mayînde, piştgiriyê dide rêya dîplomasî û muzakireyê.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê teqez kir: “Heta dema ku muzakire ji bo armancên diyar û praktîkî di destûrkarê de be, em ê di rêya dîplomasiyê de bimînin û em muzakireya bo muzakireyê qebûl nakin.”