Rêberê Înqilabê efûkirina berfire ya tawanbar û cezalêbirrîyan qebûl kir
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi boneya salvegera 44an a serketina Înqilaba Îslamî û cejnên di meha Recebê da, qebûl kir ku tawanbar û cezalêbirrî bi awayekî berfire bên efûkirin.
Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê Hucet ul Islam “Xukamhisên Muhsinî- Ejeyî” pêşnîyar li hezretê Ayetullah Xamineyî kir ku cezaya hejmareke berbiçav a tawanbar û cezalêbirrîyên bûyerên vê dawîyê, yên dadgehên giştî û Înqilabê û yên Rêxistina Dadwerîyê ya Hêzên Çekdar were efûkirin an kêmkirin ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jî ev pêşniyar qebûl kir.
Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê di nameya xwe da wiha nivîsîye: “Şert û mercên efûkirin û kêmkirina cezaya tawanbar û cezalêbirîyan piştî nirxandina ji hêla hiqûqê va û rawêjkarîya digel rayedarên têkildar di 2 beşan da hatine amdekirin.”
Di beşa yekê ya vê nameyê da mercên efûkirin an kêmkirina cezaya tawanbar û cezalêbirrîyên bûyerên vê dawîyê hatine ragihandin hatîye pêgirîkirin ku kesên hanê heke xwedîyê şert û mercên pêwîst bin, dosyeya wan di her qonaxekê da be, yê were girêdan.
Di beşa diduyan a vê daxwaza Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê da jî hin şert û mercên pêwîst ji bo efûkirin an kêmkirina cezaya cezalêbirrîyên Dadgehên Giştî û Înqilabê û Sazîya Dadwerîyê ya Hêzên Çekdar hatine ragihandin.