Îranê ji ber serederîya neprofesyonal, rexne li Ser-Rêvebirê IAEA’yê girt
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê ji ber serederîya neprofesyonal a Ser-Rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) derheq bernameya navokî ya biaştî ya Îranê rexne lê girt.
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê “Mihemed Îslamî” di programeke televîzyonê da got: “Wekîlê pillebilind ê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî piştî seredana navend û binkeyên Îranê, raporeke nerast raber kirîye û Ser-Rêvebirê wê ajansê jî ew rapora daye ber destê medyayan ku ev ne karekî profesyonal e.”
Îslamî dîyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê xwedîyê sedî 3’yê potansîyela navokî ya cîhanê ye, lê sedî 25ê lêgerînên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî li Îranê pêk tên.
Wî herwiha got: “Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî erkdar e ku teknolojîya navokî ya biaştî bide ber destê hemî welatan û piştgirîyê bide vê babetê, lê dema mesele tê ser Îranê, dibe meseleyeke sîyasî û himberî Îranê dijminatîyê dike.”
Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê herwiha got ku welatên rojavayî naxwazin ku Îran teknolojîya navokî bi dest bixe û dîyar kir: “Navê binke û navendên ku derbara wan pirs dikin û tawanên ku basê dikin, 20 sal e dubare dikin û piştî wê rêkevtinameya navokî hat wajokirin ku li gorî wê Îranê qebûl kir ku di berdêla rakirina boykotan û daxistina dosyeya tawanbarkirinan da, potansîyelên xwe yên navokî ji bo demeke kivş bisînor bike û asta uranîyûma zengînkirî jî bisînor bike ta ku pêbawerî pêk were.”