Navenda Ragihandinê ya “Festîvala Medyayî ya Sibehê” li beşa Dervesînorî ya IRIB’yê
Navenda Ragihandinê ya “Festîvala Medyayî ya Sibehê” wek festîvala berhemên Beşa Dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê xebata xwe dest pê kir.
Yekem Festîvala Medyayî ya Sibehê bi armanca rikeberiya navbera berhemên Cîgirtiya Dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê di çar beşa tê lidarxistin.
Li gorî rapora IRAN Press’ê, Berhemên “Televîzyon”, “Radyo”, “Îdeyên Nû” û “Fezaya Mecazî” çar beşên Festîvala Sibehê ya berhemên Cîgirtiya Dervesînorî ya IRIB’yê ne.
Şekl û pêkhateya beşa Îdeyên Nû wek nimayîş, belgefîlm, vîdyo-mûzîk, grafîk û anîmasyon hatiye ragihandin.
Moleta şandina berheman heta 25ê Behmena 1401ê ye û berhemên raberkirî di 4 komîteyên navbirî da tên nirxandin.
Nûçeyên Festîvala Sibehê li malpera wê ya bi adresa sobhfestival.ir tên weşandin.