Çile 26, 2023 20:18 Asia/Tehran
  •  Nerazîtiya fermî ya Îranê bo Iraqê: “Navê sexte ji bo Kendava Farsê serrast bikin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê kiryara berpirsên fermî yên Iraqê ya bikaranîna navê sexte ji bo “Kendava Fars”ê li dijî esla cînaretiya baş û danûstandinên dostane navbera du welatan zanî û daxwaza serrastkirina vê pêvajoyê kir.

Di hefteyên dawî da û hevdem digel lidarxistina pêşbirkên Fûtbolê yên Kupa Xelîc’ê li Iraqê û ji zimanê hin siyasetmedarên iraqî peyva sexte ji bo binavkirina panava li başûrê Îranê hat bikaranîn.

“Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê roja Pêncşemiyê wek berteka li hemberî vî karî, got: “Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê pêştir li dijî vê kiryarê îtiraz kiriye û Rêveberiya Giştî ya Hiqûqî ya vê Wezaretxaneyê jî bi şandina nivîseke fermî, ev karê Iraqê nepejirandî zaniye û xwestiye ku Iraqê rêz li navên navneteweyî bigire.”

Wî bi gotina vêya ku çaverêtî heye ku berpirsên Iraqê di bikaranîna navê durist ji bo vê panavê ku ji aliyê NY’yê va hatiye tekezkirin baldar bin, got: “Navê ‘Kendava Fars’ê di hezaran salî da li belgename, nexşe, gerrname û nivîsên kevin da hema ev nav bûye û çêkirina peyvên bêbingeh, vê rastiyê naguherîne.”

Kenanî tekez kir: “Nabe ku ji bo kişandina bala aliyên din, sermiyana dewlemend a hevgirtina dîrokî navbera welatên navçeyê were xerckirin.”

 

Serepeyv