Çile 19, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê: “Filistîn roja îro ji her demekê xurttir e”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Filistîn roja îro ‘Ji Behrê heta Nehrê’ û ‘Ji Rexê Rojavayê Çemê Urdinê heta Xezeyê’, ji her demekê xurttir e.’ Mebesta Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji behrê heta nehrê ji Deryaya Sipî bigre heta Çemê Nîlê ye.

Hisên Emîr-Ebdullahîyan di twîtekê da bi heştega ‘‘#Xeze-sembola-berxwedanê’’ nivîsî: “Filistînê gellek şerên sîyasî, leşkerî û aborî yên sepandî dîtine, xala hevpar a wan gişkan jî ‘berxwedana hibmerî dijmin û serketin’ bûye.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: “Filistîn roja îro ji behrê heta nehrê û ji Rexê Rojavayê Çemê Urdinê heta Xezeyê, ji her demekê xurttir e û dijmin baş fem kirîye ku hevkêşî guherîne.”

Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê bi armanca rêzgiritna li berxwedana gelê Zîvala Xezeyê di şerê 22 rojî yê sala 2008an da, roja 18ê Çilleyê wek Roja Xezeyê bi nav kirîye.

 

 

Serepeyv