Kaşî û seramîka Îranê bo 150 welatî tê hinardekirin
Serokê Sendîkaya Kaşî û Seramîkê ya Îranê got: Kaşî û seramîka Îranê hinardeyî zêde ji 150 welatî tê kirin.
Li gorî rapora IRNA'yê, Esxer Ahenîha Serokê Sendîkaya Kaşî û Seramîkê ya Îranê roja Sêşemiyê bi gotina vêya ku hin yekîne ji sedî 50 heta 60 ji berhemên xwe hinardeyî derveyî welêt dikin, got: Berhemên îranê di rêzên cûr bi cûr da ne û rêza wan a "Gelekî Baş" di radeya berhemên ewropî da ye.
Ahenîha got: Pakistan bi gelheya 280 miliyon kesî bazareke pirr baş ji bo Îranê ye, lê tayînkirina nirxname û bacên giran li gumrikê ji aliyê pakistaniyan va, hegerea herî sereke ji bo hinardenekirina bo vî welatî ye.
Rozîta Gulpûr sekretera Sendîkaya Kaşî û Seramîka Îranê jî got: Kaşî û seramîka Îranê bi kualîteyeke bilindtir ji yên Çînê tê berhemanîn û ji ber vê yekê Îranê reqîbeke cidî ji bo çîniyan li Ewrasya û Rojhilata Navînê ye.
Wê kaşî û seramîk wek heftemîn pêşeya sytratejîk li welêt li gorî nêrîna Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiya Îranê bi nav kir ku niha berhemên wê ji hêla kualîteyê va di rêza heftem a cîhanê da ne.
Iraq, Pakistan, Tirkiye, welatên derdora Kendava Farsê û Rûsiye bazarên herî girîng ji bo hinardekirina kaşî û seramîka Îranê ne.