Îşev wê meşqa hevpar a Zulfiqar-1401’ê ya Artêşa Îranê dest pê bibe
Alîkarê hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, basa destpêbûna meşqa hevpar a Zulfiqar-1401’ê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji îşev ve li navçeya Caskê kir.
Emîr Deryadar Hebîbulah Seyarî, got: Ev meşqa ji îşev ve bi nihêniya “Ya Zehra selamulah Elêyha”, wê li navçeya Caskê û rojhilatê Tengava Hormizê heta medara 10 dereceya bakûr li bakûrê Pehnava Hindê dest pê bibe.
Fermandeyê meşqa hevpar a Zulfiqar-1401’ê herwiha got: “Ev meşqa wê bi beşdariya pişkek ji yekîneyên peya, zirixî, mêkanîzeya hêza bejahî, sîstimên berevaniyê yên hêza berevaniya hewayî, gemiyên binavî, seravî, yên firînê û komandoyên hêza deryayî ya Artêşê bi piştevaniya balafirên bomberêj ên stratêjîk ên hêza hewayî ya artêşê bi dirûşmeya bingehîn a “Xwebawerî, iqtidar, ewlehiya mayînde cih were.”
Emîr deryadar Seyarî, dabînkirina ewlehiyê li navçeya Rojavayê Asyayê girêdayî bi palpiştiya li şiyan û hevgirtina welatên navçeyê zanî û got: Peyama meşqa mezin a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bo welatên navçeyê, bi bîrxistina zirûfên heyî yên nav navçeyê ye ku ji esla “Hemî bi hev re ji bo dabînkirina aştiyê bêyî hewcetiya bi biyaniyan” hatiye wergirtin.”