Kanûn 20, 2022 13:56 Asia/Tehran
  •  Îdxalkirina madeyên xav ên dermanî û alavên bijîşkî ji dayîna xeracê hat vavêrtin

Îdxalkirina madeyên xav ên dermanî, madeyên xav ji bo podreya şîr ji bo zarokan û cîhaz û alavên bikarhatî di warê bijîşkî û dermanî da ji dayîna bac û xeracê hatin vavêrtin.

Bi pêşnumaya dewletê û dengê 180 nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê, dewa û derman jî ji dayîna xeracê hat miafkirin.

Meclîsa Şêwraya Îslamî pênc roj beriya niha di civîna xwe ya gelemperî da, di pêvajoya vekolandina rapora Komîsiyona Aborî derbarê Pêşnumaya asta yek-lezgîniyê ya vavêrtina Îdxalkriina madeyên xav ên dermanî, podreya şîr ji bo zarokan û alavên bijîşkî ji dayîna bac û xeracê, takexala vê pêşnumayê pesend kir.

Takexala vê pêşnumayê bi vî awayî ye:

"Îdxalkirina madeyên xav ên dermanî, madeyên xav ên podreya şîr ji bo zarokan, amûr û alavên bikarhatî di warê bijîşkî û bihêzkirinê ji wan amûrên kar, madeyên seretayî û parçeyên çêker û pêreyî ji bo cîhazên ku wek wan li hundirê welêt neyê berhemanîn, tenê li ser destûra Wezareta Tenduristî, Derman û Fêrkariya Bijîşkî û piştrastkirina Wezareta Pêşe, Maden û Bazirganiyê ji sala 1401ê va li derbasgehên gumrikê ji dayîna bac û xeracê û nirxa zêdekirî (Value Added) tên vavêrtin."

Hêjayî gotinê ye ku ji bo vê pêşnumayê du têbînî jî hatine destnîşankirin ku erk û pêspartiyên têkildar ji bo Wezareta Tenduristî, Derman û Fêrkariya Bijîşkî û aliyên din ên têkildar diyar dikin.

 

Serepeyv