Kanûn 12, 2022 15:03 Asia/Tehran
  • Îranê boykot li ser hin sazî û kesayetên Inglîzê sepandin

Wezareta karên derve ya Îranê bi sepandina boykotan li dijî hin kessayet û saziyên Inglîzê, 4 sazî û 13 kesên inglîzî yên rasteqîn danîn nav lîsteya boykotên Îranê.

Wezareta karên derve ya Îranê derheq sepandina boykotan li dijî hin kes û saziyên Inglîzê roja Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Di çarçoveya rêzik û rêbazên boykotkirinê yên têkildar da û wek kiryara beranber, sazî û berpirsên inglîzî yên li xwarê ji ber kiryarên wan ên bi qestî di piştevaniya ji terorîsm û komên terorîstî da, propaganda û handana bo terorîsm û tundûtûjî û belavkirina nefretê ku bûye sebeba ajawegêrî, tundûtûjî, kiryarên terorîstî û binpêkirina mafên mirov li dijî gelê Îranê, tên boykotkirin.

Di daxuyaniya Wezareta karên derve ya Îranê da, Baregeha Leşkerî ya Menwith Hill, Baregeha zanyariyan a Inglîzê li Yorkshire'ê, Binkeya piştevaniya Hêza deryayî ya Inglîzê li bendergeha Mîna Selman a Behreynê, Komîteya Parlimanî ji bo Îrana Azad nasyar bi BCFIF, Enistîtûya Tony Blair ji bo guherîna cîhanî hatine boykotkirin.

Di vê daxuyaniyê da her wiha 13 kesên rasteqîn (heqîqî) ketine bin boykotên Îranê. Ev boykot pêkhatî ji qedexetiya dayîna vîzayê û nebûna derfeta hatina van kesan bo Komara Îslamî ya Îranê û desteserkirina heyîtiyên wan di kewşena di bin desthilata Komara Îslamî ya Îranê da ye.

 

Serepeyv