90 kompaniyên îranî û derveyî dê beşdarî pêşangeha asimanî li Kîşê bibin
90 kompaniyên îran î ûderveyî dê beşdarî yazdehemîn Pêşangeha navneteweyî ya Pêşeyên Asimanî û Asimangerriyê li Girava Kîşê bibin.
Li gorî rapora IRNAyê, Di Pêşangeha navneteweyî ya Pêşeyên Asimanî û Asimangerriyê da dê 80 kompaniyên îranî û 10 kompanî ji welatên Rûsiye, Çîn û Êtiyopiyê destkeftên xwe yên herî dawî di warê pêşeya asimanî da ji 13 heta 16ê Kanûna 2022an nîşan bidin.
Armanca lidarxistina Pêşangeha navneteweyî ya Pêşeyên Asimanî û Asimangerriyê bikaranîna derfetên li pêşber li berûlayên navxweyî û navneteweyî bi mebesta danûstandina navbera kompaniyên navxweyî û derveyî, raberkirina qabiliyet û pêşketinên Komara Îslamî di warê vê pêşeyê da û nasandina kompaniyên zanistbingeh e.
Cûreyên balefir, helîkopter û xwefirran, cûreyên alav û parçeyên pêşeya asimanî yên çêkirî li Îran û derve û raberkirina cûreyên xizmetên asimanî û asimangerriyê, amûrên balefirgehan, amûrên têkildarî çêkirina pilekan û kursiyên balefiran, nermalavên asimanî, benameyên zanistbingeh ên asimanî, şibîhkirinên firrînê karûbarîn helîkopteran, cûreyên berhemên çandîyîn asimanî dê li vê pêşangehê bên nîşandan.