Mijdar 06, 2022 17:51 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê, li ser baregeheke leşkerî ya Mahşehrê êrîşeke terorîstî hat kirin

Cîgirê Serokê Peywendiyên Giştî û Propagandaya Supayê Welî Esr (Ec) yê Xûzistanê der barê êrîşa terorîstî ya li ser yek ji navendên leşkerî yên li bajarê Mahşehrê daxuyaniyek da.

Piştî kiryarên dij inqilaba ji bo bê ewlekirina parêzgeha Xûzistanê û welat, îro yekşemê êrişeke terorîstî li ser yek ji navendên leşkerî li bajarê Mahşehrê rûda.

Rêxistina Îstixbaratî ya Supaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha ragihand ku tîmeke sabotaj û terorê li parêzgeha Xuzistanê ku ji aliyê welatekî Ewropî ve tê piştgirîkirin û rêvebirinê, hat jinavbirin.

Li gor raporta Peywendiyên Giştî û Propaganda Supayê Wali Esr (Ec), di tedbîrên bergiriyê yên parastina navenda leşkerî ya bajarê Mahşehrê yê parêzgeha Xûzistanê de, du terorîstên siwarê motorsîkletê hatin gullebarankirin, piştî ku yek ji van terorîstan birîndar bû, tedbîrên pizîşkî bê bandor man û  ew mir û terorîstê din jî revî.

Ji bo tespîtkirin û girtina kesê duyemîn jî tedbîrên ewlehî û îstixbaratê didomin.

Serepeyv