Cotmeh 27, 2022 17:19 Asia/Tehran
  • Hevxemiya Misirê bi gelê Îranê re ji ber êrişa terorîstî ser herema Şahçiraxê

Misirê bi şermezarkirina êrişa terorîstî ya li Îranê, daxwaza yekrêziya civaka navneteweyî ji bo şerê li dijî terorê bi hemû şêweyên wê kir.

Kiriyara terorîstî ya DAIŞê roja Çarşemê di êrîşeke çekdarî de ser mezargeha pîroz a Hezretê Ehmed Bin Mûsa (S) ya Şahçiraxê, li bajarê Şîrazê navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê,  15 kes şehîd kirin ku di nav wan de 2 zarok bûn û 30 ziyaretker jî birîndar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Wezareta karên derve ya Misrê di daxûyaniyekê de kiryara terorîstî ya armanckirina mezargeha Şahçirax li Şîrazê şermezar kir.

Li gorî vê raporê, Misirê hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan re diyar kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Wezareta Derve ya Misirê herwiha tekezî li ser yekrêziya civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê bi hemû şêweyên wê kir.

Piştî vê êrîşa terorîstî ya ku di encamê de 15 kes şehîd bûn, Neteweyên Yekbûyî û welatên wekî Çîn, Rûsya, Azerbaycan, Ermenîstan, Sûriye, Uman û Pakistanê, hevxemiya xwe bi gel û hikûmeta Îranê re nîşan dan.

Serepeyv