Cotmeh 15, 2022 10:39 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan û berpirsê siyaseta derve ya YE`yê

Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê û Josep Borrell, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li bara dawîn pêşhatên têkildarî gotûbêjên betalkirina dorpêçan û peywendiyên dualî digel Yekîtiya Ewropayê û mijarên vê dawiyê yên Îranê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Wezîrê karên derve yê Îranê di vê gotûbêjê de, hewlên avaker ên Borrell ji bo vegerandina hemû aliyan li ser sozên xwe yên li peymanê nirxand û got: Tevî hin daxuyaniyên medyayî yên nakok ên aliyê Amerîkayê, niha pêngavên gihîştina lihevkirinê li ser rêya rast in û Me pêşwaziya hevkariya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî di warê teknîkî de kir.

Emîr-Ebdullahiyan di berdewamiya axaftinên xwe de û di derbarê koça dawî ya Mehsa Emînî û pêşhatên heyî yên li Îranê de got: koça dawî ya xanim Emînî cihê mixabiniya me hemûyan e, helbet ev mijar ji bo hinek karbidestên welatên rojavayî tenê behane ye.

Wî destnîşan kir ku daxwazên aştiyane mijareke cuda ji çêkirina aloziyê, kuştin, şewitandin û operasyonên terorîstî ye û got: "Nabe ku li Ewropayê, rawestana li ber tundî û çêkirina aloziyan kiryareke baş were hesab, lê heman kiryar di çarçoveya yasayî ya Îranê de tepeserî were dîtin. "

Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser wê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyeke xurt a gelanî û demokrasiyeke bibandor heye û got: Ev der ne welatê darbeyeke qedifî û rengîn e, Îran lengerê aramî û ewlehiya navçê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Helbet em çav li çarçoveyeke mezintir ji bo hevkariyên Yekîtiya Ewropayê û Komara Îslamî ya Îranê dikin. Ji ber vê yekê, em ji Ewropiyan re pêşniyar dikin ku bi nêzîkatiyek realîst li mijarê binêrin.

Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser rola Komara Îslamî ya Îranê û General Silêmanî li rûbirûbûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê û di encamê de sûdwergirtina Ewropayê ji ewlehiya çêbûyî ji ber vê rûbirûbûnê.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bi bîr xist: Hevkariya berevaniyê ya me bi Rûsyayê re heye, lê siyaseta me li hember şerê Ukraynayê neşandina çekan ji bo aliyên nakok, rawestandina şer û bidawîkirina koçkirina xelkê ye.

Di vê peywendiya telefonî de, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, her wiha kêfxweşiya xwe ji pêşkeftinên ku di riya vejandina Rêkeftina Navokî de bidest xistine û giringiya hevkariyên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê û Îranê nîşan da û got: Rêkeftina navbera û Amerîkayê li ser pevguhertina girtiyan mijareke girîng e û gavek ber bi pêş ve ye û em li bendê ne ku bigihin rêkeftinekê.

Borrell bal kişand ser pêşketinên baş ên li New York û Viyanayê û got: Me niyeta destwerdana karûbarên navxweyî yên Îranê nîne.

Nûnerê bilind ê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa digel îşaret bi hin helwestên tund li Ewrûpayê, li ser pêwîstîya zêdetir hevkarîya Yekîtîya Ewrupa û Îranê sekinî.

Borrell amaje bi raveyên Îranê yên derbarê neşandina çek û balafirên bê firokevan ji bo şerê Ukraynayê kir û ev yek hêjayî balkişandinê da zanîn.

Serepeyv