Hevxemiya Îranê bi hikûmet û gelê Venezuelayê re
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hevxemiya Komara Îslamî ya Îranê bi dewlet, gel û bi taybetî malbatên qurbaniyên lehiyê û şemitîna erdê li Venezuelayê ragihand.
Di encama barana bênavber û şimitîna axê de li bajarê “Las Tejaras”ê ku 87 kîlometre dikeve başûrê rojavayê paytexta Venezuela Karakasê, gelek kes mirin.
Ji ber lehî û şimitîna axê li vî bajarê 54 hezar kesî, gelek xanî wêran bûne û gelek herî û dar û ber ketine nav kolanên bajêr û gelek otomobîl jî di bin heriyê de mane.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Nasir Kenanî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, hevxemiya Komara Islamî ya Îranê bi dewlet, milet û bi taybetî bi malbatên qurbaniyên lehiyê û şimitîna axê li Venezuelayê ragihand. Ji ber vê bûyera xwezayî li vî welatî bi dehan kes mirin û winda bûn.