Cotmeh 06, 2022 13:47 Asia/Tehran
  • Serdar Fedewî: Hemî dijmin ji bo alozkirina Îrana Îslamî hatin meydanê

Dewsgirê Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amaje bi ajawegêriyên vê dawiyê li hin bajarên Îranê, got: Di vê komployê da, hemî dijmin ji bo alozkirina Îrana Îslamî hatin meydanê.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdarê sertîp Elî Fedewî, Dewsgirê Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di rêûrisma rêzgirtina li şehîdên aloziyên Zahidanê her wiha got: Zêdetirî 43 salan e hemî saziyên hikûmeta pîroz a Komara Îslamî dixebitin ku dijmin derbeyekê li ewlehiya gelê Îranê nexe.

Serdar Fedewî got: Ji roja yekem a serkeftina Înqilaba Îslamî va, aliyên istîkbarê tê gihîştin ku Înqilaba Îslamî û ewlehiya wê bikok û bingehîn e û ji heman destpêkê va heta niha, Amerîkayê dest ji dijminatiya bi gelê Îranê ra nekişandiye.
 

Serepeyv