Cotmeh 04, 2022 09:17 Asia/Tehran
  • Reîsî: Serbestberdana du mehkûmên ewlekarî îspata nerîna baş û nêzîkatiya înteraktîf a Îranê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiya telefonî ya ligel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: azadkirina du mehkûmên ewlehiyê belgeya nerîna baş û nêzîkbûna înteraktîf a Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.

Li gorî rapora IRNA`yê; Êvariya roja duşemiyê, Hucetul Îslam Seyd Îbrahîm Reîsî, li bersiva telefonê Antonio Guterres sekreterê giştî yê NY û li hember pêzanîna wî ji niyeta xêrê û kiryara Îranê ji bo azadkirina du mehkûmên ewlehiyê yên di girtîgehên Îranê de, got: Ev kiryara Îranê belge ye ji bo niyeta baş û nêzîkatiya înteraktîf a Komara Îslamî ya Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Reîsî li bersiva hêvîdariya sekreterê giştî yê NY ji bo dirêjkirin û berdewamiya agirbesta li Yemenê got: Îranê hertim li ser rakirina dorpêç û pêkanîna agirbestê li Yemenê û hewla çareserkirina kirîza vî welatî bi riya gotûbêjên yemenî- yemenî û têgihîştina bêyî destwerdana derve li vî welatî tekez kiriye.

Serokomarê Îranê herwiha got: Hêvîdarim ku bi hewl û şopandina Neteweyên Yekbûyî, Erebistana Siûdî erkên xwe yên ji bo rawestandina êrişên ser Yemenê bi cih bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên vî welatî bi beşdariya yemeniyan û diyarkirina çarenivîsa Yemenê ji aliyê gelê vî welatî ve bibe alîkar.

Reîsî bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê amade ye şiyanên xwe yên curbicur û bi bandor ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyî û cîhanî bikar bîne.

Antonîo Guterres, sekreterê giştî yê NY jî di vê pêwendiya telefonî de, her wiha qedirzaniya Îranê kir ji ber bîr û baweriya baş û nêzîkatiya mirovî û înteraktîf a Komara Îslamî ya Îranê li çareserkirina pirsgirêkên navçeyî û cîhanî û behsa hevdîtina xwe ya li gel serokomarê Îranê li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir û got: Ji bo min mazûvaniya ji we re rûmeteke mezin bû.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Serokomarê Îranê piştrast kir ku dê hemû hewlên xwe ji bo razîkirina Erebistana Siûdî ji bo rawestandina êrişên ser Yemenê û hewla çareserkirina qeyranê bi riya gotûbêja di navbera komên cuda yên yemenî de bi kar bîne.

Guterres diyar kir: Hêvîdar im bi beşdariya Îranê ku xwedî dîrokeke şaristanî ya çend hezar salî ye, li navçeyeke ku xwedî cihekî taybet û kevnar di şaristaniya mirovî de ye, pêkhateyeke siyasî ya nû biafirînin.

Serepeyv