Tîmeke terorîstî li bakûrê rojavayê Îranê hat têkbirin
Fermandetiya Sînorvaniyê ya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat (bakûrê rojavayê Îranê) got: Bi serdestiya itilaatî û operasiyona sînorvanên Henga sînorî ya Xoda-Aferînê endamên tîmeke terorîstî hatin naskirin û girtin.
Li gorî rapora roja Înê ya IRIB Newsê, Serdar Muhemed Ehmedî, Fermandetiya Sînorvaniyê ya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat tevî şirovekirina hûrgiliyên vê nûçeyê, got: 2 endamên tîmeke terorîstî ku dil hebûn operasiyona xerabkarane li nav welêt pêk bînin, hevrê digel hejmareke berbiçav a çek û muhîmata cengî li zîvala sînorî ya Xoda-Aferînê hatin girtin.
Serdar Ehmedî her wiha got: Di vê operasiyonê da 2 erebey hatin desteserkirina ku di lêgerîna wan da çekeke cengî ya bi dûrbîn a M-16, çekeke Klaşînkov û Kolta Kemberê, 4 narincokên destî, sê rîmotên teqandinê û Bêtêla destî hevrê digel dûrbînên dîtina di şevê da yên pêşketî hatin keşfkirin.
Fermandetiya Sînorvaniyê ya parêzgeha Azerbaycana Rojhilat got: Di lêpirsînên teknîkî û pisporî da hat diyarkirin ku van kesan dil hebûn operasiyonên xerabkarane li gorî rewşa pêkhatî li nav welêt pêk bînion.