Îlon 18, 2022 23:56 Asia/Tehran
  • Reîsî sibê serdana New Yorkê dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya li 77`emîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) sibê duşemê danê sibê ber bi New Yorkê diçe.

Li gor nûçeya ajansa Iran Press; Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê, sibê roja duşemê, bi mebesta beşdarbûn û axavtina li 77`emîn civîna Civata Giştî ya NY û di çarçêva dabînkirina berjewendiyên gelê Îranê de û hewla ji bo bidest xistina mafên mirovan û avakirina pergala adilane ya navneteweyî bi riya piralîbûna aborî" ber bi rêwîtiya New Yorkê ve diçe.

Serokê Komara Islamî ya Îranê li vê seferê ji bilî axiftina li Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, dê digel hejmarek ji serokên welatên beşdar di vê civînê de jî hevdîtin û gotûbêj bike û dê hevdîtinên din ên çendalî jî bike.

Reîsî di rojên dawîn ên hefteya borî de, bi mebesta beşdarbûna di 22`emîn civîna serokên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê de, ji bo şopandina avakirina pergaleke adilane ya Navneteweyî ji riya piralîbûna aborî, ji bo sê rojan sefera bajarê Semerqendê yê Uzbekistanê kir û di vê çarçêvê de li kêleka vê civînê bi 10 serokên welatên ku di lûtkeyê de amade bûn re, ji wan bi serokên Rûsya, Çîn û Hindistan re hevdîtin û gotûbêj kir.

Serepeyv