Hevdîtina Reîsî bi Serokkomarê Çînê re
Serokomarên Îran û Çînê li çarçoweya civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê hevdîtin û gotûbêj kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî ku li ser vexwendina fermî ya hevtayê xwe yê uzbekistanî serdana Semerqendê kiriye, roja çarşemiyê sefera xwe ya sê rojî bo Uzbekîstanê dest pê kir û di yekem roja hevdîtinên dualî yên Têhran û Taşkendê da 17 belgeyên hevkariyê di navbera her du welatan de hatin îmzekirin.
Belgeyên endamtiya Îranê di Rêxistina Şanghayê de jî di roja yekem de ji aliyê Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Derve yê Îranê ve hatin îmzekirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di duyemîn roja vê seferê de bi Serokên Rûsiye, Pakistan, Tacîkistan, Qirqîzistan û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Şanghayê re hevdîtin û gotûbêj kir û pêşxistina peywendiyên cîrantî û navçeyî ji siyaseta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir.
Li gorî rapora IRNA`yê; Serokê Komara Îslamî ya Îranê li kêleka civîna Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê bi "Şi Cinping" serokomarê Çînê re hevdîtin kir û li ser mijarên balkêş bi hev re gotûbêj kirin.
Xi Jinping serokomarê Çînê di vê hevdîtinde got: Pekînê bi boneya endambûna tam ya Îranê li Rêxistina Hevkarîya Şanghayê pîrozbahî li Îranê dike û dixwaze hemahengî û hevkarî di çarçova vê rêxistinê de xurt bibin."
Serokomarên Îranê û Çînê li gotûbêja telefonî ya meha buhurî jî li ser pêşhatên girîng ên navneteweyî û navçeyî gotûbêj kirin û li ser xurtkirina hevkariyên dualî heta ku dibe pêgirî kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Înê piştî çend hevdîtinan, ji Taşkendê vedigere Tehranê.