Îlon 14, 2022 19:28 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: Peywendiyên Tehran û Taşkendê çandî û şaristanî ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di Komîsiyona hevpar a Îran û Uzbekistanê da tekez kir: Peywendiyên Tehran û Taşkendê şaristanî û çandî ne.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku ji bo beşdariya di civîna serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê çûye Semerqenda Uzbekistanê di civîna Komîsiyona hevpar a Îran û Uzbekistanê da tevî pîrozkirina salvegera serxwebûna vî welatî li Şewket Mîrziyayîf serokomarê vî welatî, got: Bêguman peywendiyên Îran û Uzbekistanê di van salan da tûşî pêşketineke baş bûye û ev peywendî şaristanî, kûr û çandî ne.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna boykotan pêşketinên gelekî baş di van salan da bi dest xistine.

Reyîsî di dewamê da got: Gel bi vîna xwe gef veguherandin derfetê û roja îro me di warên cûr bi cûr da pêşketin heye û gelek potensiyel li Komara Îslamî ya Îranê îcad bûne.

Reyîsî her wiha got: Em ti berbendê li ser rêya berfirehkirina peywendiyên du welatan nas nakin û ev amadetî heye ku em peywendiyên dualî di warê danûstandina ticarî û tranzîtî berfireh bikin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vêya ku bi îradeya heyî di asta serokên du welatan da, asta peywnediyên ticarî navbera Tehran û Taşkendê dikare ji 500 miliyon dolara heyî sêqat zêdetir bibe, qala amadetiya Îranê ji bo firotina xizmetên teknîkî û endazyariyê bo Uzbekistanê kir.

Serokomarê Uzbekistanê jî got: Li gorî peywendiyên hevpar ên dîrokî, danûstandinên aborî navbera du welatan da zêdetir bûne.

 

Serepeyv