Tebax 24, 2022 20:07 Asia/Tehran
  • Nûnerê UNICEFê li Îranê serdana Parka Teknolojiyê ya Perdîsê kir

Nûnerê Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Îranê dema serdana parka teknolojiyê ya Perdîsa Tehranê kir, pêşwazî li cihanîna bernamên hevbeş kir.

Li gor nûçeya ajansa IRIB Newsê; Robîn Nandî nûnerê UNICEFê li Îranê di vê serdanê de got: UNICEF pêşwaziyê li hevkariya bi Parka Teknolojiyê ya Perdîsê ji bo lidarxistina hevpar a "Pirsgirêka Nûjeniyê ya 2022an" û plansaziya ji bo berfirehkirina çareseriyan di vê heyamê de dike.

Mehdî Seferîniya serokê parka teknolojiyê ya Perdîsa Tehranê jî di vê hevdîtinê de tevî ragihandina amadebûna vê kompleksê ji bo diyarkirina hevkariyeke nû di navbera her du aliyan de, pêşniyar kir ku di heyamên bê de ev însiyatîfên bi vî rengî li ser asta navneteweyî werin lidarxistin ku ev pêşniyar ji aliyê nûnerê UNICEFê li Îranê ve hat pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku dewra yekem a “Pirsgirêka Nûjeniyê ya 2022”an bi hevkariya hevpar a ofîsa UNICEF û Alîkarê Serokomarê Îranê di warê  Zanist û Teknolojiyê de di sala 2021an da hat lidarxistin. Pirsgirêka duyemîn a nûjeniyê qada zarok û ciwanan e, ku dê bi hevkariya ofîsa UNICEF û Parka Teknolojiyê y Perdisê were lidarxistin.

Serepeyv