Tebax 16, 2022 21:18 Asia/Tehran
  • Reîsî: Li Îranê gelek tedbîrên teknolojîk, nûjenkarî û afirîner têne girtin

Serokê Komara Islamî ya Îranê li seredana pêşangeha kompleksa şirîketên bingehzanist ên "Pîşran"ê got: Gelek tedbîrên teknolojîk, nûjenkarî û afirîner li Îranê têne girtin.

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî sala 1401`an wek sala "hilberîn, zanîn-bingeh û karsaziyê" bi nav kir û pêşxistina kompaniyên zanist-bingeh baştirîn rê ji bo karsaziyên nû da zanîn.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê serdanê de got: Berhemên zanist-bingeh yên ku ji aliyê lêkolînerên îranî ve têne hilberandin, xercan kêm dike, berhemanînê zêde dike û behrewergirtina zêde diafirîne û hikûmetê jî bi rijd e li ser piştgirî û bikaranîna wan.

Reîsî bal kişand ser xwecihkirina zanîna dabînkirin û derxistina ava binê erdê li Îranê û destnîşan kir ku pêwîst e ev zanyarî ji bo hemî cotkarên vî welatî were dabînkirin û hukûmet jî xwe wezîfedar dibîne ku di vî warî de piştgiriyê bide tedbîrên teknolojîk û zanistî.

Zêdetirî 500 elît, pispor û mamostayên zanîngehên welêt di warên curbicur ên teknîkî û ezmûnî de di çarçoveya zêdetir ji 50 kompaniyan di koma “Pîşran” de kar dikin.

Serepeyv