Şeva dawî ya merasîma şîna Hezretî Eba Ebdullah El-Husên (S) bi amadebûna rêberê mezin ê inqilabê
Di şeva şehîdbûna Hz. Îmam Secad (e.s) de merasima şîn û tazîdariya li Husêniya Îmam Xumeynî (RE) bi amadebûna Rêberê giranqedir ê Inqilaba Îslamî ya Îranê hat lidarxistin.
Li gorî navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêbertiya Inqilabê, di vê merasimê de, Hucet ul-Îslam wel-Muslimîn Refiyî di axaftinekê de, erk û pêsparteya mezin a Îmam Secad (silava Xwedê lê be) berdewamkirina Cîhadê piştî bûyera Aşûrayê di çarçêva Cîhada Eşkera û ronîkirinê de da zanîn û got: Vejîna çanda Qur'an û Sunneta Pêxemberî û îmamtiyê û ravekirina merîfetên olî di çarçêva dua û dîlekan û vejandina tevgera Aşûrayê de pênc xêmên sereke yên cihada ronîkirina Îmam Zeynul Abdîn (silava Xwedê lê be) ne.
Her wiha di vê merasimê de birêz Seîd Hedadiyan mersiye û helbestên şîndariyê xwendin.
Merasîma şîndariya rojên şehadeta Hezretê Eba Ebdullah El Huseyn (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ji şeva 7an heya 12ê meha Muherremê ya sala 1444 Hicrî-Qemerî anku bi mideha 6 şevan li Husêniyeya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê tê lidarxistin.
Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wî hezretî yên dilsoz û emekdar di 10ê Muherrema 61ê hicrî-qemerî de li Kerbelayê şehîd bûn.