Reîsî: Meşa Erbeînê rabûna eniya berxwedanê ya navneteweyî ye
Serokê Komara Islamî ya Îranê rêûresma Erbeîn Husênî (s) nîşana çanda Aşûrayê û rabûûna bereya berxwedanê ya cîhanî da zanîn.
Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li hevdîtina tev çalakvanên rêûresma Erbeînê got: Rêveçûna Erbeînê sembola geş ji bo mayîna Aşûra û çanda Aşûrayê û mezintirîn civîna mirovî li ser rûyê erdê ye.
Reîsî bal kişand ser pêdagirî û rênimayiyên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji bo lidarxistina bi coş û geşatiya temam a merasim û meşiyana Erbeîna Husênî (S) û got: Ev merasim yek ji diyardeyên geşbûna cîhanî ya bawermendên Hezretê Seyid El-Şuheda û eniya berxwedanê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê rola hikûmetê ji bo hêsankirina amadebûna xelkê di merasima Erbeînê de şirove kir û li ser bikaranîna hemû şiyanên navxweyî û dîplomatîk ên welêt ji bo hêsankirina sefera ziyaretkirên Erbeînê pêgirî kir.