Tîrmeh 22, 2022 13:22 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan: Sîyaseta derve ya dewleta Îranê ser bingeha dîplomasîya geş e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Sîyaseta derve ya dewleta Îranê ser bingeha dîplomasîya çalak e.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevpeyvînekê da bi gotina vê yekê ku hevkarî û danuistandina zêdetir digel cînaran ewiliyeta bingehîn a sîyaseta derve ya dewleta Îranê ye, dîyar kir: Asya wek dîyardeya sedsalê xwedîyê gellek potansîyelan e ku beşeke wê cînaran digire ber xwe.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha derbara asta danuistandina ticarî ya Îranê da got: Di hin waran da herî kêm sedî 36 û di herî zêde da jî sedî 570 jordaçûna asta ticaretê heye lewma di warê bidetxistina diravê bîyanî da me karî ku bingehekê ji bo wezaretxane, dezgeh û sazîyên aborî ji wan di pişka nehikûmî da danin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî şer û qeyrana Ukraynê û bandora vê yekê ser rewşa navneteweyî kir û got: Piştî alogurên vî şerî û qeyrana bi dû wê û alûgurên ji ber bandora koronayê li cîhanê, ewlehîya enerjî û xwarekê ji dilgiranîyên ciddî ne ku cîhan û beşeke herêma me girtîye ber xwe ku di her du waran da jî Îran serdest e.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Em di mijara enerjîyê da yek ji xwedîyên çavkanîyên mezin ên nift û gazê li herêmê û cîhanê ne û di mijara ewlehîya xwarekê da rêya tiranzîtê ya Îranê gellek potansîyelên baş hene.

Serepeyv