Tîrmeh 20, 2022 10:18 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya dawiyê ya civîna Astaneyê li Tehranê: Rêkara kêşeya Sûriyê ne leşkerî ye

Îran, Rûsiye û Tirkiyê di daxuyaniya dawiyê ya civîna Astaneyê da tevî tekeziya li ser vêya ku tu rêkareke leşkerî ji kêşeya Sûriyê ra tuneye, vîna xwe ji bo dewama hevkariyê ji bo têkoşîna dijî terorîsmê di hemî şekl û awayan da diyar kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya hevpar a serokomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê da li civîna sêqolî ya serokan li çarçoveya Pêvajoya Astaneyê da hatiye: Sê welatan (Îran, Rûsiye û Tirkiye) tekezî li ser soza xwe ya xurt derheqê hakimiyet, serxwebûn, yekîtî û yekparçetiya axa Komara erebî ya Sûriyê û armanc û xalên rêziknameya NY kir û ragihandin ku divê gişt rêzê li van xalan bigirin û tu kiryarek, bêyî ku hokara wê kî be, nabe ku van xalan lawaz bike.

Ev daxuyanî her wiha zêdebûna hebûn û çalakiya klomên terorîst û komên girêdayî bi wan bi navê ciyawaz li navçeyên Sûriyê, ji wan êrîşên ku li dijî welatiyên sivîl pêk tên û dibin sebeba gorîbûna bêgunehan şermezar dike û tekeziyê li ser cihanîna tam a hemû tevdîrên têkildarî bakûrê Sûriyê dike.

 Serokên welatên garantorê Pêvajoiya Astaneyê di vî warî da hemû hewila xwe ji bo pêkanîna rastiyên nû yên meydanî bi behaneya têkoşîna dijî terorîsmê, ji wan dahêneriyên nerewa yên xweseriyê red dikin û vîna xwe ji bo sekinîna li hemberî destûrkarên cudatîxwaziyê ku bi armanca lawazkirina hakimiyet û yekparçetiya axa Sûriyê û gefa li dijî ewlehiya neteweyî ya welatên din bi rêya êrîş û bandorên derve sînorî pêk tê, diyar kirin.

Îran, Rûsiye û Tirkiyê her wiha dijayetiya xwe di gel desteserkirin û veguhestina neqanûnî ya neftê û derhatên ji ber firotina wê ku ayîdî Sûriyê ye, diyar kir.

Di beşeke din a vê daxuyaniyê da, Îran, Rûsiye û Tirkiyê li hev kir ku hewildanên zêdetir ji bo piştrastbûn ji asayîkirina mayînde ya rewşa li navçeya kêmkirina kêşeyê li Idlibê û derdora wê, ji wan rewşa mirovî bi cih bînin.

 

 

Serepeyv