Emîr-Ebdullahiyan sipasiya Iraqê ji bo pêşdabirina gotûbêjên navçeyî kir
Wezîrê karên derve yê Îranê sipasiya hewildan û rola avaker a Iraqê di destpêkirin û pêşdabirina gotûbêjên navçeyî ji bo xurtkirina aramî û ewlehî û geşatiya navçeyê kir.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê û Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê di gotûbêja telefonî da derbarê hin mijarên hevpar di warê têkiliya dualî û hin mijarên navçeyî ji wan pêvajoya gotûbêjên Tehran û Riyazê axivîn.
Emîr-Ebdullahiyan di vê gotûbêjê da tevî sipasiya ji hewildan û rola avaker a Iraqê di pêkanîn û pêşdabirina gotûbêjên navçeyî ji bo xurtkirina aramî û ewlehî û geşatiya li navçeyê, li ser amadetiya Îranê ji bo dewama hevfikirîn û danûstandina di gel hevpêşeyê xwe yê iraqî bi mebesta şopandina mijarên têkildar ên dualî di warên dualî û navçeyî da tekez kir.
Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê jî di vê têkiliya telefonî da tevî amajeya bi hebûna Iraqê di civîna vê dawiyê ya Cedeyê da, nirxandina xwe ji vê civînê bi Emîr-Ebdullahiyan ra parve kir.