Reyîsî: Tekfîr û duberetî du amûrên dijmin ji bo komplogeriya li Cîhana Îslamê ne
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Înê di hevdîtina di gel komeke zana û melayên sune û şîe yên parêzgeha Kurdistanê (rojavayê Îranê), Tekfîr û Duberetî wek du amûrên dijmin ji bo komplogeriya li Cîhana Îslamê dan zanîn.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Reyîsî di vê hevdîtinê da bi gotina vêya ku Cîhana Îslamê di qonaxekê da bû giriftarê komploya çêkirî ji aliyê inglîzî, amerîkî û siyonîstan, got: Gerçî ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî gelekî zû derbarê van gefan hişyarî da, lê demek kişand da ku Cîhana Îslamê ji paş perdeya vê komployê ku ji bo pêkanîna duberetiyê li Cîhana Îslamê hatibû darêştin, agah bibe.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da bal kişande ser peyama Hecê ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û got: Ev peyam, peyama yekîtî, manewiyet û balkişandina ser potensiyelên mezin ên Cîhana Îslamê û pêwîstiya hişyariya lihemberî komployên Pergala serdestîxwaz e.
Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyama bo heciyên Beytullah ul-heramê da ku vê sibê ji aliyê hucet ul-Îslam wel-Muslimîn Nevab nûnerê Weliyê Feqîh di karên Hec û ziyaretê û sergêrê heciyên îranî li Çola Erefatê hat xwendin, yekîtî û manewiyet du hêmanên bingehîn ên erfirazî û bexteweriya Umeta Îslamî dan zanîn û tevî tekeziya li ser dûhatên ron ên zêdebûna hişyarî û hayjixwebûna îslamî û diyarbûna diyardeya ecêb a Berxwedanê, got: Rojavaya zorbêj li navçeya me ya hestyar û vê dawiyê di tevahiya cîhanê da roj bi roj lawaztir bûye. Helbet nabe ku em ji fêlên dijmin heta kêliyekê xafil bin û divê bi hewildan û hişyariyê, hêvî û xwebaweriyê ku sermiyana herî mezin ji bo avakirina pêşerojê ye, zêde bikin.