Tîrmeh 02, 2022 13:45 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Armanca serdana bo Sûriyê aştî û ewlehiya li navçeyê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê aştî û ewlehiya li navçeyê wek armanca serdana xwe ya Sûriyê da zanîn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê vê sibê û piştî serdana xwe ya çend roj beriya niha bo Tirkiyê, berê xwe da Şama paytexta Sûriyê.

Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê beriya birêketina ber bi Şamê va got: Di dewama serdana bo Tirkiyê, pêwîst e ku em hin şêwirînan jî di gel rayedarên Sûriyê pêk bînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Hin alûgor li navçeyê diqewimin ku divê em hewil bidin Komara Îslamî ya Îranê hertim roleke avaker li navçeyê bilîze û rê li ber qewimîna qeyrana nû li navçeyê were girtin.

Emîr-Ebdullahiyan got: Beşeke serdana bo Sûriyê bi vê armancê pêk mtê ku em bikarin di rêya bicihbûna aştî û ewlehiyê li navçeyê di navbera Sûriye û Tirkiyê wek du welatên ku Komara  Îslamî ya Îranê pêwendiyên girîng bi wan ra heye, bimeşin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Beşeke din a serdana min jî şopandina danûstandinên dualî û şêwirîna di gel Bişar Esed seroikkomarê Sûriyê û rayedarên payebilind ên vî welatî di mijarên cûr bi cûr ên navçeyî û navneteweyî da ye.

 

Serepeyv