Li başûrê rojhilat Îranê 2 bandên bazirganiya narkotîkê hatin rûxandin
Hezîran 30, 2022 21:33 Asia/Tehran
Fermandariya polîsên Sîstan û Belûçistanê (Başûrê Rojhilatê Îranê) ragihand ku li vê parêzgehê 2 bandên mezin ên madeyên hişber hatin rûxandin.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya ajansa nûçeyan a IRIB Newsê, Serdar Ehmed Tahirî, fermandarê polîsên Sîstan û Belûçistanê got: Di heyama 72 saetên derbasbûyî de di encama du operasiyonên cuda li bajarên Serawan û Zahedanê, 2 bandên bazirganiya madeyên hişber ku bi qasî 4 ton û 820 kîlo madên hişbir ên pîşesazî û tiryakê pêre bûn hatin dîtin û zevtkirin.
Serdar Tahirî her wiha got: Bazirganên madeyên narkotîk dil hebûn van madeyên hişber derbasî navend û kûrahiya welat bikin ku di encama operasiyonên polîs de 2 qaçaxçî hatin kuştin û 5 kes jî hatin girtin.